Li Îran û Libnanê hejmara miriyan zêde dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 826 kes; Heyva Sor a Îranê jî ragihand ku li wî welatî zêdetirî 1200 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 826 kes; Heyva Sor a Îranê jî ragihand ku li wî welatî zêdetirî 1200 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrîşan de 65 jê jin û 106 jê zarok, bi giştî 826 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku di nav kesên hatine qetilkirin de 31 xebatkarên tenduristiyê hene.
Rayedarên tenduristiyê yên herêmî her wiha ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser klînîkekê li bajaroka Burj Qalaouiya ya li başûr de, 12 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
Heyva Sor a Îranê jî eşkere kir ku di êrîşên Îsraîl û DYA’yê de li welatê wan zêdetirî 1200 kesî jiyana xwe ji dest daye.